Kassandra



Author
Categories
Yayınevi: Avesta Yayınları
Availability: 1000 in stock
SKU: 9786055585082
12,60 TL
Ship to
*
*
Shipping Method
Name
Estimated Delivery
Price
No shipping options

Contributor
Mîtolojiya yûnanî bi kurdî bû roman"Bibêje xwedayê, bibêje", ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.Ka "bibêje xwedayê, bibêje, xişma Akhîlleusê Peleus bibêje"gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje....Çûn, lê çîroka wan, a şerê li ser Helena Spehî li binya dîwarê bajarê Troya, a egîdiya Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, a hişmendiya Odysseus ket ser zimanan. Her yekî çû çîrok û serpêhatiya xwe, a şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar kiribû, a rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji xelkê xwe re got. Bi baldarî û meraq li wan hat guhdarkirin. Çîrokbêjan, çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan kirin helbest û xwendin û klambêjan jî kirin klam û gotin. Li hemû deran gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan gotin û ji wan têr nebûn. Her ku çû ew çîrok û ew klam xweştir û dirêjtir kirin û hevdu fêrî gotina wan kirin. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros klamên tevan bi ser hev vekirin û kir klamek. Wî, klama şerê deh salan bi tevayî got û li dinyayê belav kir. Navê klamê kir Ilyada. Ên ku lê guhdar kirin, gotin ku wê mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nebin; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîna jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna...Vê kitêbê mijara xwe ji Ilyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn hemû, li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên yûnanî bi kurdî ji nû ve vedibêje.
Products specifications
Attribute nameAttribute value
Basım tarihi yıl bilgisi2010
Baskı sayısı1
Sayfa sayısı184
Ağırlık bilgisi (gram)157,00
En bilgisi (cm)13,00
Boy bilgisi (cm)19,50
Cilt tipi adıCiltsiz
Kağıt cinsi adı2. Hamur
Basım ülkesi adıTürkiye
Basım şehri adıİstanbul
Cep boy olup olmadığı bilgisiFalse
Ürün formatı adıKitap