Elfabeya Kurdi



Author
Categories
Yayınevi: Avesta Yayınları
Availability: 1000 in stock
SKU: 9786055585266
10,08 TL
Ship to
*
*
Shipping Method
Name
Estimated Delivery
Price
No shipping options

Contributor
"Elfabêya Kurdî" a Celadet Bedirxan ji nû ve çap bûKitêba "Elfabêya Kurdî" a Celadet Alî Bedirxan ku kitêba duyemîn a weşanên Hawarê bû, ji nû ve di nav weşanên Avesta de çap bû. Celadet Alî Bedirxan, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: "Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin. Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir ko ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, û pê kitêbokek hate pê. Ev kitêboka ha, bîra Elfabêya Kurdî a pêşîn e ko nifşên dawîyê lê fedkirin û pê bizanin ko pêşiyên wan di çi tuneyiyê de elfabêya pêşîn da bûn çap kirin. Ji bona pêkanîna çermê wê diviya bû ko çend rûpelên din bikevin pêşiyê. Bi vê hêncetê min dil kir ji xwedevanên xwe re berpêkirina elfabêya me bi kurtî gilî bikim. Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkeşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e." Newzad Hirorî di pêşgotina çapa nû a kitêbê de ku bi sernavê "Alfabeya Celadet Bedirxanî bûye sîmboleka neteweyî" nivîsandiye, wiha dibêje: "Tîpên Celadet Bedirxanî, bi awayekê giştî têra nivîsandina kurdiya kurmancî dikin, bê pirsgirêkên mezin û dijwar di komputer û internetê de tên xebitandin û "kurdîniya" xwe bi rêya wan dengên kurdî yên ku lê hatine bar kirin aşkira diyar dikin. Ya pîwîst ew e mirov zarokên kurdan fêrî van tîpan bike, pê bide hez kirin û hesta wan ya neteweyî pê xurttir bike. Hinêr ew e mirov hewil bide van tîpan ji bo nivîsandina kurdiya soranî û kurdiya goranî jî bi kar bîne û bi qeseker û nivîskarên wan zaravayan bide qebûl kirin. Ne pêwîst e halê hazir mirov wext, hêz û şiyanên xwe di afirandina alfabeyeka kurdî ya latînî ya nû yan jî guhortina tîpên heyî de bimezixîne."
Products specifications
Attribute nameAttribute value
Basım tarihi yıl bilgisi2011
Baskı sayısı1
Sayfa sayısı53
Ağırlık bilgisi (gram)56,00
En bilgisi (cm)13,00
Boy bilgisi (cm)19,50
Cilt tipi adıCiltsiz
Kağıt cinsi adı2. Hamur
Basım ülkesi adıTürkiye
Basım şehri adıİstanbul
Cep boy olup olmadığı bilgisiFalse
Ürün formatı adıKitap