Di Folklora Kurdi de Serdestiyeke Jinan



Author
Categories
Yayınevi: Avesta Yayınları
Availability: 1000 in stock
SKU: 9786055585860
13,23 TL
Ship to
*
*
Shipping Method
Name
Estimated Delivery
Price
No shipping options

Contributor
Kitêba Rohat Alakom "Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan" din av weşanên Avesta de derket.Ev lêkolîn, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cîhê jinan û motîvên ser tema jinan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materyal, nedaye ber çavan. Nimûne tenê ji nav çîrok, destan, gotinên pêşiya û stranan, ji nav van çar beşên bingehîn hatine hilbijartin.Giringiya vê xebata piçûk ew e ku li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare folklora kurdî binase, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk dikare derbarê cîhê jinan û rewşa jinan de zêdetir agahdar bibe û zanyariyên xwe pêş da bibe. Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçavkirin, xwendevan ê bibîne ku, jinan di folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestiyeke wan heye. Di folklora kurdî de gotin "gotina jina" ye û kilam "kilamên keçikan" in.
Products specifications
Attribute nameAttribute value
Basım tarihi yıl bilgisi2009
Baskı sayısı1
Sayfa sayısı166
Ağırlık bilgisi (gram)168,00
En bilgisi (cm)13,50
Boy bilgisi (cm)21,50
Cilt tipi adıCiltsiz
Kağıt cinsi adı2. Hamur
Basım ülkesi adıTürkiye
Basım şehri adıİstanbul
Cep boy olup olmadığı bilgisiFalse
Ürün formatı adıKitap